Li Pirsûsê polîsan êrîşî girseyê kir

Li Pirsûsê polîsan êrîşî girseyê kir

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê xwestin konê piştgiriyê ava bikin. Lê polîsan êrîşî girsê kir û di navbera polîs û girsê de pevçûn derket.

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê rêveberên BDP'ê û KCD'ê, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê xwestin li ber avahiya BDP'ê ya Pirsûsê kon vedin. Koma ku ji bo kon vedin li ber avahiya BDP'ê kom bûn rastî êrîşa polîsan hatin. Piştî polîsan êrîşî girseyê kir, di navbera polîs û girseyê de pevçûn derket û rageşî li navçeyê belav bû. Rageşî didome. Polîsan derdorê BDP'ê dorpêç kir û welatiyên dixwazin biçin avahiyê asteng dikin.