Li Pirsûsê dîmênên rewşa awerte
Li navçeya Pirsûs a Rihayê komploya 15’ê Sibatê ku bi meşekê wê bê şermezarkirin, dîmenên rewşa awerte hene.

Ji ber 16. salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, beriya meşa wê sibe li Pirsûsê bê lidarxistin, li navçeyê dîmenên rewşa awerte hene. Îro danê sibehê li navçeyê ku bomeyek teqiya, gelek wesayîtên polîsan ên ji gelek bajaran hatin li navçeyê digerin. Biryara “herêma qedexe ya leşkerî”ya Walîtiya Riha wek îlana rewşa awerte hat nirxandin.
Walîtiya Rihayê, herêma sînor a di navbera Qereqola Hidûd a Tekçe ya girêdayî Akçakale û Qereqola Hidûd a Ziyaret a girêdayî Bêrecûkê 13-14’ê Sibatê wek “herêma qedexe ya leşkerî” îlan kir.