Li navçeya Pîran ya Amedê êrîşî avahiyên Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê û noqteyên tevgera tîmên taybet lê dimînin kirin. Di derbarê ka mirî yan birîndar hene yan na agahî nehatin girtin, li ser dengê zêde yê çekan gel ji kolana derketin û çûn malên xwe.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, bi çekên giran êrîşî Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeyê û noqteya tevgera tîmên taybet yên li Girê Ziyaret û herêma Bendava Kralkiza ser bi navçeya Pîranê kirin. Êrîşa ku qasî nîv demjimêrê dom kir, bê navber guleyên rewneqê avêtin, hate ragihandin ku, dengê bombe û dûçkayan gelek dihat.
Pîştî êrîşê polîs û leşkerên li noqteyên xwe derdor bê serûber gulebaran kirin, her wiha agahî nehat girtin ka mirî yan birîndar çêbûne yan na.