Li Parma Newroz hat pîrozkirin

Li bajarê Parma yê Îtalyayê nêzî 300 dostên Kurdan ên Îtalyanî li pêşiya peykerê Partîzan ê Pîazza della Pace kom bûn, Newroz pîroz kirin.

Li bajarê Parma yê Îtalyayê nêzî 300 dostên Kurdan ên Îtalyanî li pêşiya peykerê Partîzan ê Pîazza della Pace kom bûn, Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de dirûşmên “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistan re aştî” hatin qîrkirin û berxwedana Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn û Rojava hat silavkirin, bi peyaman hat destnişankirin ku gelê Îtalyan li gel gelê Kurd cih digirin.

Pankartên “Bijî Newroz”, “Zarok bila nemirin werin lîstokê”, “Denîz Nakî, Amedspor ne bi tenê ye”, “Gelê Kurd ne bi tenê ye”, “Dûh, îro her tim berxwedan” û “Ji bo koçberên mexdûrên şer, korîdora mirovahiyê” vekirin û girseya bi meşale du saetan rêya bajar a herî qelebalix meşiyan û gihiştin Qada Inzîaniyê.

Li Qada Inzînaniyê piştî deqeyek rêzgirtinê agirê Newrozê hat pêxistin. Li gel helbestên Koma Azeliyê govend hat gerandin. Piştî axafitinan pîrozbahî bi dawî bû.

...