Li Parlamenta Başûrê Kurdistanê pevçûn

Li Parlamenta Başûrê Kurdistanê, di dema rûniştina taybet a li ser pirsgirêkên malî yên herêmê de, pevçûn derket. Du wekîlên Partî Demokratîk Kurdistan (PDK) li parlamenterê Tevgera Goran Elî Heme Salih xistin.

Nûçegihanekê parlamentê der barê mijarê de agahî da raya giştî û anî ziman ku bi destpêkirina rûniştinê re parlamenterê Tevgera Goran Elî Heme Salih mafê axaftinê girt û li ser mijara Serokatiya Herêma Kurdistanê ya di demeke nêz de wê dema wezîfeyê bi dawî bibe, nêrînên xwe anî ziman. Lê belê du parlamenterên PDK'ê di rûniştinê de bi awayekî fîzîkî dest li Salih werdan. Di pevçûnê de wekîlên PDK'ê bi kulman li parlamenterê Tevgera Goran dan.

Parlamenterê YNK'ê Goran Azad diyar kir ku nîqaşa parlamenteran normal e, lê bûyera îro qewimî yekemcar li Parlamenta Kurdistanê diqewime.

Goran Azad da xuyakirin ku piştî bûyerê Serokatiya Parlamentê biryar da ku her du wekîlên PDK'yî yên bûyer derxistin, tevlî rûniştinê nebin.