Li Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylamez çalakî

Ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin lêgerîna edaletê didome. Kurdistanî, endamên SKB’ê yên her hefte dibêjin, “Em edalet û ronahiyê dixwazin” xwestin daraza Fransa bêdengiya xwe xera bike.

Kurdistanî û endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB)’ê yên li ber lokala Civaka Kurd a Demokratîk hatin gel hev piştî saet 14.00’an ber bi Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ve ketin rê. Jinên bi dirûşmên, “Em hemû Sakîne, Leyla, Fîdan in”, “Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya polîtîk”, “Em edaletê dixwazin”, “Jin, jiyan, têkoşîn” meşiyan, belavok belav kirin.

Gi rseya hat ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistan a komkujî lê pêk hat, ji bo tevayî şehîdan rêzgirtin pêk anî. Di axaftinan de hat diyarkirin ku wê jinên Kurd şopdarê dozê bin û wiha hat gotin:

“Em her hefte dimeşin. Lê me hê encamek bi dest nexistiye. Ji bo ronîkirina vê komkujiya tarî, jina herî dawî jî wê li vir be. Wê ev lêgerîna edaletê bidome.”

...