Li Nûrhaqê qeza: 2 mirî, 5 birîndar

Li Nûrhaqê qeza: 2 mirî, 5 birîndar

Li Bajaroka Bariş ya Nûrhaqa Dîlokê qezayekê rû da. Di qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Duh li ser rêya Elbistan-Nurhakê ji ber pêşpirşa şaş qeza pêk hat. Di qezayê de ajokar Mustafa Dogan (30) û Mehmet Kaya yê 26 salî jiyana xwe ji dest dan 5 kes jî birîndar bûn. Kesên bi navê Ahmet Can Polat (13) û ajokarê maşîneya din Mustafa Polat, Suleyman Samet Polat (19), Aysel Polat (43) û Merve Aydin (25) jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Elbistanê. Ajokar Mustafa Polat ku rewşa wî giran bû rakirin Elezîzê, lê li gel hemû mudaxeleyan jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Dogan û Kaya dê li gundê Mala Bûtan û Akçaşarê yên Avşînê bên definkirin.