Li Nûrhakê coşa Newrozê

Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê rêxistina HDP’ê ya Nûrhakê ve ji bo roja Yekşemê hatibû organîzekirin, lê ji ber barîna berfê taloqî îro hatibû kirin bi coş hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê rêxistina HDP’ê ya Nûrhakê ve ji bo roja Yekşemê hatibû organîzekirin, lê ji ber barîna berfê taloqî îro hatibû kirin bi coş hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiya li ber avahiya Nûrhak a HDP’ê de bernamzetên HDP’ê yên parlamenteriyê, rêveberên HDP’a Mereşê, Nûrhak ESP, Egîtîm Sen, Tum Belsen, Elbîstan HDP û DBP amade bûn.

Pîrozbahî di serî de ji bo şervanên azadiyê yên li Kobanê û Hesekê, li Rojava jiyana xwe ji dest dane bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Axaftina destpêkê ji aliyê Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Nûrhakê Vedat Karaca ve hat kirin.

Karaca got ku wê tevayî bi hev re hesab ji AKP’ya ku çeteyên DAIŞ’a dijminê miroviyê destek dike hesab bipirsin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Mereşê Erhan Yapici jî komkujiya li Hesekê bibîr xist û êrîş bi tundî şermezar kir.

Bernamzetên parlamenteriyê yên HDP’ê yên Mereşê jî axivîn. Piştî xwendina peyamên pîrozkirina Newrozê pîrozbahiyê dewam kir. Pîrozbahî bi stranên Koma Nûrhak û govendê bi dawî bû.