Li Norwêcê Kurd û dostên wan li dijî AKP'ê meşiyan

Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, tevî partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên Norwêcî, bi çalakiyekê hikûmeta AKP û çeteyên DAIŞ'ê protesto kirin.

Bi sedan kesên li ber Stasyona Trenê ya Osloyê civiyan, ji vir ber bi Parlamenta Norwêcê ve meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmên "Terorîst Erdogan", "Bijî Kurdistan" hatin qîrîn. Qiserkerên çalakiyê jî bang li hikûmeta Norwêcê û welatên Ewropayê kirin ku li dijî desteka AKP'ê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê gavan biavêjin.

Hevserokê Partiya Karker ê Bajarê Oslo Jan Bøhler, li ser navê Partiya Karker û Hawirdorê Andres Kroglûnd, li ser navê Partiya Sosyalîst Çep Gjermund Skaar, li ser navê Koma Piştgiriya Kurdistanê Erling Folkvord, li ser navê KNK'ê Refîk Gefûr li çalakiyê axivîn. Her wiha metna bi mora 20 saziyên siyasî yên Kurd, hat xwendin.

Çalakgeran bi qîrîna dirûşmeyên "Şehîd Namirin" dawî li çalakiya xwe anîn.