Li Norwêcê çalakiya destekkirina girtiyên siyasî yên Kurd

Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, di çarçoveya kampanya 'azadî ji girtiyên siyasî yên Kurd re' ya ji aliyê Komîteya PJAK'ê ya Norwêcê ve tê organîzekirin de, çalakiyek lidar xistin.

Kurdên li paytexta Norwêc Osloyê dijîn, di çarçoveya kampanya 'azadî ji girtiyên siyasî yên Kurd re' ya ji aliyê Komîteya PJAK'ê ya Norwêcê ve tê organîzekirin de, çalakiyek lidar xistin.

Girseya gel li ber Stasyona Trenê ya Osloyê civiya û heta ber Parlamenta Norwêcê meşiya. Li ber sirûda Ey Reqîp ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin.

Li ser navê KJAR'ê Sûzan Zangana, li ser navê PJAK'ê Mihemed Şêxî, li ser navê PYD'ê Serbest Welad û li ser navê KNK'ê Refîk Gefûr li vir peyivîn. Di dema axaftinan de bê navber dirûşmên "Dîktator Erdogan, Dîktator Hamaneyî" hatin qîrîn.

Di çalakiyê de helbesta helbestvanê Kurd Şêrko Bêkes a ji bo girtiyên siyasî hatiye nivîsandin, hat xwendin. Çalakgeran di çalakiyê de wêneyên girtiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê, alên PJAK, KODAR û YJRK'ê hildan.

Çalakiya ku saet di 15:00 de destpê kir, bi qasî du saetan dewam kir.

...