Li Norşînê pevçûna malbatan: 2 jê giran 7 birîndar

Li Norşînê pevçûna malbatan: 2 jê giran 7 birîndar

Li navçeya Norşîn ya Bedlîsê di navbera du malbatan de pevçûn derket û 2 jê giran 7 kes birîndar bûn.

Di pevçûna navbera du malbatên li gundikê Kanîreş yê girêdayî Gundê Serêşîvê yê navçeya Norşîna Bedlîsê 2 jê giran 7 kes birîndar bûn. Di pevçûna navbera du malbatan ya ji ber sedema erazî derket, bi bivir, kêr, çek û daran ketin nava hev, hate ragihandin ku 2 jinên navê wan nehate zanîn giran birîndar bûne.

Jinên giran birîndar bûn rakirin dezgehên tenduristî yên Tetwan û Wanê, hate hînbûn ku gelek cendirme şandine gund.