Li Nisêbînê teqînên dijwar: Tank bi vînçê hat rakirin

Li Nisêbînê, gava hêzên rejîma Tirk hewl dan bi tankan bikevin nava taxên berxwedanê, teqînên dijwar rû dan. Gelek ambûlansan berê xwe dan cihê bûyerê. Tankek bi vînçê hat rakirin.

Li Nisêbînê, gava hêzên rejîma Tirk hewl dan bi tankan bikevin nava taxên berxwedanê, teqînên dijwar rû dan. Gelek ambûlansan berê xwe dan cihê bûyerê. Tankek bi vînçê hat rakirin.

Danê sibehê tankek ku xwest têkeve taxa Dîcle ya Nisêbîna Mêrdîn rastî bersive hêzên YPS û YPS-JIN'ê hat. Dema tankê hewl dida bikeve nava taxê, teqînên mezin pêk hatin. Tanka ku derbek giran xwar, ji aliyê tankekî li ser doçka barkirî ber bi Lîseya Emîre Gozlu ya li derveyî bajêr ve hate birin. Piştî teqînê li navçeyê tevgera ambûlansa destpê kir. 

Di heman demê de wesayîtek zirxî dema xwest têkeve nava taxa Dîcleyê teqînek pêk hatibû û di encama teqînê de wesayît hatibû îmhakirin. Hatibû eşkerekirin ku di wesayitê de leşkerek miriye, 9 ji wan jî birîndar bûne. Piştî teqînê taxa Dîcle û Yenîşehîr bi tankan û bombeyên hawanan tê bombebarankirin. Hêzên YPS û YPS-JIN'ê bersivê didin êrîşên dewletê. 

Şerê di navbera hêzên YPS, YPS-JIN û 'tîmên taybet' de didomin.