Li Nisêbînê polîs li hember berxwedana gel vekişiya

Li Nisêbînê gel li hemberî polîsên ku bi wesayîtên zirxî xwestin bikevin taxan li ber xwe da. Li ser berxwedana gel polîs neçar ma ku ji taxan vekişe. Li hemû taxên Nisêbînê berxwedan didome.

Li Nisêbînê gel li hemberî polîsên ku bi wesayîtên zirxî xwestin bikevin taxan li ber xwe da. Li ser berxwedana gel polîs neçar ma ku ji taxan vekişe. Li hemû taxên Nisêbînê berxwedan didome.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di saetên êvarê de polîs û tîmên taybet bi dehan wesayîtên û kepçeyên zirxî ji du aliyan ve barîkatên li Kolana Çaxçaxê hatibûn avakirin bi alîkariya kepçeyan xera kir û ket kolanê. Polîsên ku ketin Kolana Çaxçaxê, rasterast bi çekên giran êrîşî kolanên taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehîrê kirin. Êrîşa polîsan bi saetan dom kir. Polîsan bi kepçeyan, êrîşî wesayîtên welatiyan ên li ser kolana Çaxçaxê park kiribûn jî kir.

WESAYÎT Û DERIYÊN MALAN HATIN ŞIKANDIN

Gelek wesayîtên welatiyan hatin şikandin û zerarek mezin dît. Her wiha polîsan malên welatiyan û derên malan jî gulebaran kirin. Li ser deriyan bi dehan şopên guleyan hatin dîtin.

Li  4 taxên ku êrîş li ser, gel jî derket kolanan û bi çalakiya deng derxistinê bersiva êrîşên polîsan dan. Berxwedana gel a ku derket asta herî jor, êrîşên polîsan ji ser taxan zivirand û polîs neçar man ku ji Kolana Çaxçaxê derkevin. Li her 4 taxan gel li hember êrîşan li ser piya ye û di nav berxwedanê de ye.