Li Nisêbînê girseya ku ji 3 aliyan ve ber bi qada Newrozê ve meşiyan polîsan êrîşî girseyê kir û kesê bi navê Bûrhan Bîlgîç di encama bombeya gazê ya bi çavê wî ket giran birîndar bû.
Bi sedan kesên li gelek taxên Nisêbîna Mêrdînê gihan hev û bi slogan ji 3 aliyan ve ber bi qada Newrozê ve meşiyan. Piştî demek kurt polîsan êrîşî girseyê kir û girseyê jî bikeviran bersiv da polîsan. Hate hînbûn ku, di encama êrîşan de kesê binavê Bûrhan Bîlgîç bibombeya gazê ya bi çavê wî ket giran birîndar bû. Bîlgîçê giran birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Pevçûnên ku li Nisêbînê destpêkirin hêjan didomin.
LI QOSERÊ ÊRÎŞÎ KONÊ KIRIN
Li Qoserê di demjimêrên serê sibehê de polîsan êrîşî kona çalakiya birçîbûnê ya li Parka Mehmet Sîncar hatiye vedan kirin. Polîsên ku dest danîn ser konê, bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.