Li Nisêbînê bîlanço giran e, berxwedan mezin e
Di salên 90'î de yek ji herêmên ku gava destpêkê ya serhildanê avêt Nisêbîn bû. Nisêbîn îro jî gaven destpêkê yên pêvajoya xwerêveberiyê diavêje û ji serdemeke nû ya li Kurdistanê re pêşengiyê dike.
Di salên 90'î de yek ji herêmên ku gava destpêkê ya serhildanê avêt Nisêbîn bû. Nisêbîn îro jî gaven destpêkê yên pêvajoya xwerêveberiyê diavêje û ji serdemeke nû ya li Kurdistanê re pêşengiyê dike.
Di salên 1990'î de yek ji herêmên ku gava destpêkê ya serhildanê avêt Nisêbîn bû. Nisêbîn îro jî gaven destpêkê yên pêvajoya xwerêveberiyê diavêje û ji serdemeke nû ya li Kurdistanê re pêşengiyê dike.
Bîlançoya pêla êrîş û qedexeya derketina derve ya dewlet cara 3. de pêk tîne, roj bi roj mezin dibe. Gelê Nisêbînê jî serî natewîne û li ber xwe dide.
10 rojên dawî yên li Nisêbînê bi vî rengî derbas bû:
Roja Yekemîn:
Qedexeya derketina derve di 13'ê Mijdarê ji saet 21:00 û pê ve hat ragihandin. Bi vê yekê re dewleta Tirk hejmareke zêde leşker û alavên leşkerî veguhast taxên xwerêveberî lê hatin ragihandin. Ji bilî vê tevgerê, roja destpêkê bêdeng bû. Di êvara destpêkê ya qedexê de Parlamenterên HDP'ê yên Mêrdînê Gulser Yildirim û Alî Atalan hatin navçeyê û cihê xwe di nava berxwedana gel de girtin.
Roja Duyemîn:
Heta danê nîvro bêdeng bû. Piştî nîvro di destpêkê de li kolana Sakaryayê êrîşan destpê kirin. Xendekên biçûk ên li vê kolanê hedef hatin girtin. Di vê êrîŞê de hêzên dewletê guel berdan Faysal Çaka yê 47 salî û kurê wî Şener Çaka yê 9 salî û ew birîndar kirin. Faysal Çaka dema ji bo kurê xwe Şener ê li kolanê dilîst bîne malê derket derve, rastî êrîşa hêzên dewletê ya bi bombeavêjê hat. Piştre Abdulganî Dînç li ber deriyê xwe, bû hedefa hêzên dewletê.
Roja Sêyemîn:
Hêzên dewletê êrîşî kolana Çax Çaxê kirin. Êrîşa li hemberî kolana Çax Çaxê ji aliyê taxa Firatê hat kirin. Di dema vê êrîşê de Selamet Yeşîlmen hat qetilkirin, 2 zarokên wê birîndar bûn. Ciwanê bi navê Yilmaz Tûtal ê ku hewl da Yeşîlmen û zarokên wê bigihîne ambûlansê, hat birîndarkirin. Selamet Yeşîlmen bi parçeyên bombeavêjê jiyana xwe ji dest da. Kurê wê Fîkret ê 11 salî û keça wê Sevcan a 9 salî ji ber heman bombeavêjê birîndar bûn. Di êvara heman rojê de vê carê li taxa Devrîmê Hakîm Aytîmûr, ku yek ji esnafên Nisêbînê yê tê naskirin e, dema ji bo kişandina cixareyê derket hewşê bû hedefa sekvanan û ji milê xwe ve birîndar bû. Êvara heman rojê Şîrîne Bîlgî y a li ber mala xwe ya li taxa Devrîmê rûdinişt bû hedefa sekvanan û birîndar bû. Bi zêdebûna êrîşan re elektrîk û ava li navçeyê jî hat qutkirin.
Roja Çaremîn:
Ji ber teqîna şebekeya avê, hundirê gelek malan tijî av bû. Ekîbên MARSU yên ser bi Şaredariya Mêrdînê ku bi fermana qeymeqam ji bo tamîrkirina şebekeya avê çûn, rastî êrîşa tîmên taybet a bi guelyan û bombeyan hatin. Ciwanekî astengdar ê ku ji aliyê gelê Nisêbînê ve weke Rêber tê naskirin, li kolanê bû hedefa sekvanan û birîndar bû.
Roja Pêncemîn:
Êrîş bi giranî li taxa Firatê hat kirin. Suleyman Alptekîn, Abdulkadîr Dogan, Halîme Tekîn û Fatma Pûlat, ji ber bombeavêjên hêzên dewletê birîndar bûn. Her çar kes li ber malên xwe bûn hedef. Li taxa Yenî Tûran jî welatiyê bi navê Mehmet Aslan rastî êrîşa sekvanên dewletê hat û ji ber guleya li stuyê wî ket giran birîndar bû.
Roja Şeşemîn:
Êrîş êdî li taxa Newrozê zêde bûn. Di vê rojê de tax bi temamî hat dorpêçkirin. Li kolana Şîrîn welatiya bi navê Gûl Tûtal a li hewşa mala xwe bû hedefa hêzên dewletê û birîndar bû. Tûtal diya Yilmaz Tûtal ê di roja 3. de hat birîndarkirin e. Hasan Dal ê ku li Nisêbînê esnafekî tê naskirin e, ji aliyê sekvanên dewletê ve hat qetilkirin. Ji ber dewamkirina qedexeya derketina derve, Parlamenterên Mêrdînê Gulser Yildirim û Alî Atalan, biryar dan ku heta qedexe bê rakirin bikevin greva birçîbûnê. Yildirim û Atalan li pêşiya Nisêbînê li Tesîsên Aydinlarê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Roja Heftemîn:
Jineke extiyar a bi navê Rabîa Akbûlût li taxa Newrozê bi guleya tîmên taybet a li pişta wê ket, birîndar bû. Ciwanê bi navê Mûsûr Aslan jî ji aliyê tîmên taybet ve bi guleya li serî ket, hat qetilkirin. Parlamenterên Mêrdînê Mîthat Sancar û Erol Dora jî tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûn.
Roja Heyştemîn:
Li taxa Newrozê êrîşên giran hatin kirin. Bi bombeavêjan re gelek mal û kargeh hatin xerarkirin. Mûhammed Altûnkaynak ê 19 salî, ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Nûrhan Kaplan, ku ji bo avê bide cîranên xwe derket ber derî, ji aliyê sekvanên Tirk ve bi guleya li dil ketî, hat qetilkirin. Li taxa Newrozê welatiyê bi navê ahmet Oz, ji ber ku nikarîbû diya xwe ji ber astengiya hêzên dewletê rake nexweşxaneyê, xwe bi darve kir û dawî li jiyaan xwe anî. Şerîfe Keçe bi guleya li pişta wê ketî, birîndar bû.
Roja Nehemîn:
Qedexeya derketina derve qismî hat rakirin. Li ser vê yekê bi hezaran Nisêbînî tevî girseya ji Mêrdîn û navçeyên wê hatî daketin kolanan û êrîş şermezar kirin. Qedexe êvarê dîsa destpê kir. Di roja 9. de hêzên dewletê bi giranî êrîşî taxên Newroz, Firat, Abdulkadîraşa û Yenîşehîrê kirin. Êrîşên ku bi roj destpê kirin, tevahiya şevê dewam kirin. Şerîf Alpar, li kolana Şîrînê ji aliyê sekvanên Tirk ve bi guleya li serî ketî, hat qetikirin.
Roja Dehemîn:
Li taxa Newrozê êrîşên giran hatin kirin. Sivîlek li vê derê bi guleya sekvanan ji milê xwe birîndar bû. Polîsên Tirk êrîşî greva birçîbûnê ya parlamenterên HDP'ê kirin. Tevî Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji bo destekê bide gelê Nisêbînê li Tesîsên Aydinlar ên li ser rêya Îpekê tevî bi hezaran kesî civiyan, xwestin bimeşin. Lê belê tîmên taybet êrîşî girseyê kirin û xwestin Ahmet Turk bigirin binçavan. Ji parlamenterên di greva birçîbûnê de ne Mîhat Sancar xwest bi girseyê re derbasî Nisêbînê bibe, lê belê ji ber êrîşa bi bombeya gazê birîndar bû. Parlamenteran piştî êrîşê jî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê dewam kirin.