Li Nisêbînê 3 cerdevan çek danîn

Li Nisêbînê 3 cerdevan çek danîn

Li aliyekê şerê li Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe û kontrola gerîlayan a li ser Bakûrê Kurdistanê her ku diçe zêdetir dibe. Li aliyeke din li navçeya Nisêbîna Mêrdînê 3 cerdevanan keen xwe danîn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji cerdevanên gundê Tîlmînar ê navçeya Nisêbîna Mêrdînê yên bi navê Veysî Yildiz, Yunuz Yildiz û Îdrîs Yilidz çekên xwe danîn. Li gund bi giştî şeş cerdevan hebûn.

Tê îdîakirin ku dê her sê cerdevanên din ên bi navê Engîn Yildiz, Mesût Yildiz û Bûrhan Yildiz jî çekên xwe deynin.

Hêjayê gotinê ye ku di van demên dawiyê de çalakiyên girtin û binçavkirinê yên gerîlayên HPG’ê yên li Bakûrê Kurdistanê her ku diçin zêdetir dibin.

Herî dawî, Serokê Komeleya Cerdevanan a Colemêrgê Saadî Ozatak ê ku tiliya wî di nava kuştina gelek gerîlayan de hebû, ji aliyê gerîlayan ve hate girtin.

Gerîlayên HPG’ê bi taybet di çalakiyên xwe yên girtin-binçavkirinê de kesên hevkariya dewletê dikin, yên xizmeta polîtîkyên bijaftin ên dewletê dikin û ziyanê didin xwezaya Kurdistanê dikin hedef.

Li gorî tomarên ANF’ê di mehên Gulan-Hezîran-Tîrmeh û 21 rojên destpêkê yên tebaxê de herî kêm 85 kes ji aliyê gerîlayan ve hatin binçavkirin. Di meha Gulanê de 31, di hezîranê de 7, di Tîrmehê de 21 û di 1-13’ê Tebaxê de jî herî kêm 22 kes hatin binçavkirin. Di nava vana de qeymeqamek, parlementerek, leşker û karker û mueahîdên di çêkirina qereqolan de dixebitin, hene. Piraniya wan serbest hatine berdan.