Li Nêzîkî Midûriyeta Emniyeta navçeya Îpekyolûyê ya Wanê teqîn
Li Wanê li nêzîkî Midûryeta Emniyetê ya li navçeya Îpekyolûyê 3 teqînên cûda pêk hatin.
Li Wanê li nêzîkî Midûryeta Emniyetê ya li navçeya Îpekyolûyê 3 teqînên cûda pêk hatin.
Li nêzîkî Midûryeta Emniyetê ya Îpekyolû ya li Taxa Serhat a li navenda Wanê 3 teqîn cuda pêk hatin. Piştî teqîna yekem li herêmê şerekî dem kurt pêk hat û li pey hev 2 teqînên cuda pêk hatin. Li herêma ku teqîn pêk hat û şerekî dem kûrt rûda, gele wesayîtên zirxî hatin sewqkirin. Hat ragihandin ku li Taxa bostançiyê jî şer pêk hatiye.