Li Mûş û Şirnexê operasyona leşkerî

Li Mûş û Şirnexê operasyona leşkerî

Li çiyayê Zangokê û Kozmeyê yên navenda Mûşê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li Şirnexê jî piştî êrîşa li dijî polîs û leşkeran operasyon hate destêkirin.

Li herêmê bi rojan in operasyonên leşkerî didomin. Di operasyonên leşkerî de daristan tên şewitandin û gund tên valakirin. Li çiyayên Kozmê û Zengokê yên Mûşê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de sevkiyata leşkerî hate destpêkirin. Hete zanîn 5 helîkopteran jî piştgiriya hewayî dan operasyonê.

Li Şirnexê jî piştî êrîşa duh li dijî leşker û polîsan pêk hat, li herêma Çirav, Navyan û Boluzerê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Gêrîlayên HPG'ê li navenda Bajarê Şirnexê li dijî qereqola polîsan, fermandariya tumenê û lojmanên leşkerî bi çekên lûledirêj û roketan êrîşa çekdarî pêk anîn.

Di êrdîşa gêrîlayên HPG'ê de polîsek birîndar bû. Polîsê birîndar rakirin nexweşxaneyê û li herêmê operasyon hate destpêkirin. Hate zanîn ku, ji şevê din heta niha li herêma Bozer, Navyan û Çiravê operasyonek berfireh hatiye destpêkirin. Hate îdîakirin ku endamên "Tîma Xençer" jî ketine nava operasyonê.