HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla ev agahî parve kirin; “19'ê Îlonê saet di 13:30 de, hêzên me li navçeya Qilaban a Şirnexê bi çekên ferdî li kepçeyekê xistin ku li ser girê Şehîdan dixebitî. Piştî vê çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt herêmê.
LI DIJÎ STASYONA BAZÊ YA TURKCELLÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
Hêzên me roja 16'ê Îlonê, li herêma Ava Spî ya navbera navçeyên Midyat û Nisêbînê yên Mêrdînê, li dijî stasyona bazê ya Turkcellê çalakiyeke sabotajê pêk anîn û di encamê de stasyona bazê îmha bû. Piştî vê çalakiyê artêşa TC rêya Midyat-Nisêbînê girt. Roja 19'ê Îlonê artêşa TC li herêmên Girê Mîra, Serê Avê û Kirincikê operasyon da destpêkirin û ev operasyon hê jî dewam dike.
LI MÛŞÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ
19'ê Îlonê saet di 13:45'an de gerîlayên me li qada Kizilagaç a Çewlikê dijî wesayîteke leşkerî ya sivîl ku diçû Mûşê, li nêzî gundê Bilêlê çalakiya sabotajê pêk anîn. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC rê li trafîkê girt.
ÇALAKIYA KONTROLKIRINA RÊ
Hêzên me yên YJA Starê, roja 19'ê Îlonê saet di 19:30 de, rêya navbera Amed-Çewlikê kontrol kirin. Hêzên me nasname kontrol kirin û ji gel re qada pêvajoyê kirin.
14'ê Îlonê saet di 22:00 de artêşa TC li qada Şehîd Kawa ya li navçeya Farqîn a Amedê dest bi operasyonê kir. Operasyon di 17'ê Îlonê de bi rengekî neserketî qediya.
LI NAVÇEYA HEZO YEKÎNEYA VEŞARTÎ KET BIN KONTROLÊ
17'ê Îlonê saet di 19:00 de hêzên me li qada Çiyayê Gireniş ê navçeya Hezo ya Êlihê, dor li yekîneyeke veşartî ya artêşa TC girtin. Di çalakiya li vir de çawişekî pispor hat kuştin, çawişekî pispor û 3 kontra birîndar bûn.
19'ê Îlonê li herêma navbera navçeya Gimgim a Mûşê û navçeya Kanîreş a Çewlikê artêşa TC operasyon da destpêkirin. Ev operasyon li bejahiya gundên baxlo, Karahamza û Pira Abdurrahman dewam dike.
18'ê Îlonê saet di 00:45'an de gerîlayên me li dijî leşkerên peya yên li ser rêya navbera gundên Bilbes û Guanse yên navçeya Elkê ya Şirnexê çalakiya sabotajê lidar xistin. Piştî vê çalakiyê li leşkerên tev digeriyan hat xistin û di encamê de 2 leşkerên din hatin kuştin.”