Li Munsterê Çarşema Sor hat pîrozkirin
Cejna pîroz a Êzidiyan Çarşema Sor li Munsterê hat pîrozkirin. Nûnerê Civaka Azad a Herêma Munsterê Koçer di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser komkujiyên DAIŞ'ê.
Cejna pîroz a Êzidiyan Çarşema Sor li Munsterê hat pîrozkirin. Nûnerê Civaka Azad a Herêma Munsterê Koçer di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser komkujiyên DAIŞ'ê.
Cejna pîroz a Êzidiyan Çarşema Sor li Munsterê hat pîrozkirin. Nûnerê Civaka Azad a Herêma Munsterê Koçer di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser komkujiyên DAIŞ'ê û got, "Têkoşîna me ya azadiyê li Şengalê, li Kobanê û li her derê wê têkoşîna xwe bilind bike û dersa pêwîst bide van zaliman."
Li navçeya Munster Sendenê, Çarşema Sor li salona Şaredariyê hat pîrozkirin.
Di pîrozbahiyê de Şaredarê Senden Alfred Holz, Ji Pîskoposiya Reidegeld Munsterê Papaz Dr. Jochen, Papazê Katolîk Stefan Benecke, Papazê Protestan Klemens Schneider, Ji Ornanîzasyona Alîkariya Derman Aktion Medeor Ute Hoffman, ji Komeleya Dostaniyê ya Elman-Kurd Necat Bozan, rojnamevan Heike Zafar, Dietrich Harhues, Friederike Fruchte û Asîstanê Karl Schiewerling ji Komeleya Êzidî-Akademîk Aslan Kizilhan amade bûn.
'DIVÊ EM BIBIN ALÎKAR'
Şaredarê Sendenê Alfred Holz di axaftina xwe ya li vir de got, "Di serdena xwe ya li Kurdistanê de min drama gelê Kurd bi taybetî jî ya civata Êzidî dît û vê yekê gelekî bandor li min kir. Li wargehên ji konan di nava şert û mercên zehmet de dijîn. Divê em alîkariyê bidin wan."
Pîskoposê Munsterê Stefan Benecke jî got, "Ez jî çûm Kurdistanê û min drama Êzidiyan dît. Kêm be jî di encama hin hewldanan de me alîkariyên lezgîn ji wan re şand. Berî niha bi demeke kurt em bi rayedarên Rojava re li ser alîkariyên pêwîst axivîn."
KOÇER: WÊ DERSA PÊWÎST JI ZALIMAN RE BÊ DAYÎN
Nûnerê Civaka Azad ê Herêma Munsterê Tahir Koçer jî di axaftina xwe ya li vir de got, "Mezintirîn cejna civata Êzidî Çarşema Sor bi hezaran salan e tê pîrozkirin. Mixabin em îsal li gorî dilê xwe nikarin pîroz bikin. Ji ber ku bi sedan Êzidî di destê DAIŞ'ê de dîl girtî ne."
Koçer di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê Êzidî, Elewî, Misilman mil bi mil li dijî zaliman têbikoşin û got, "Têkoşîna me ya azadiyê li Şengalê, li Kobanê û li her derê wê têkoşîna xwe bilind bike û dersa pêwîst bide van zaliman. Û di demeke nêz de em ê cejnên xwe li welatê azad bi Rêberê azad bi awayekî azad pîroz bikin."
Di pîrozbahiyê de Koma Azad a Şengalê, Koma Hadî û Kulîlkên 8'ê Adarê derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.