BI DÎMEN

Li Minbicê bi dehan çeteyên din hatin kuştin

Di Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, ku di roja 23. de ye li Minbic û derdora wê bi dehan çete hatin kuştin.

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, di êvara 22'ê Hezîranê saet di 18:00 de gundê Qenat El Şêx Tebax ê bi kîlometreyekê dûrî Minbicê ye, rizgar kirin. Di şerê li vî gundî de bi dhan çete hatin kuştin.

Li vî gundê li başûrê Xaçerêya Şerîa û li ser rêya Minbic-Helebê ye, xebatên ji bo paqijkirina gund ji mayîn û xefikên bombeyî destpê kirin.

Di encama vî karê lêgerîn û paqijkirinê de şervanên Minbicî, ji dehan çeteyên hatin kuştin cenazeyên 15 ji wan dîtin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di heman demê de 7 kalaşnîkov û 500 fîşekên wê, 100 rext, 5 êlekên xwekujî, yek RPG (Roketavêja B-7), hawanek, 300 uleyên BKC û 6 bombeyên destan desteser kirin.