Li Minbicê 37 çete hatin kuştin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li gundê Ûlaşê 37 çete kuştin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, duh bi obus û fuzeyên katyûşa êrîşî gundê Ûlaş ê bi 29 kîlometreyan li rojavayê Minbicê ye, kirin. Di heman demê de êrîşî çeperên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundên Cibildem û Sîncarê kirin.

Şervanan di cih de bersiv dan êrîşan û şerekî dijwar dest pê kir. Vî şerî heta duh danê êvarê dewam kir. Li gorî agahiyan, di vî şerî de herî kêm 37 çete hatin kuştin.

Gelek ji cenazeyên van çeteyan ketin destê şervanan. Her wiha hin ji cenazeyan jî li herêma şer man e.