Li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyadê 6 girtiyan di 16'ê Cotmehê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Çalakiya greva birçîbûnê yê bêdem û bêdorveneger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'yî û PAJK'ê ve ji 12'ê îlonê ve ji bo sererastkirina mercên tenduristî, ewlehî û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengiyên li pêşiyla zimanê zikmakî bên rakirin di roja 42'emîn de didome.
Li Girtîgeha Tîpa M a Mîdyatê jî 6 girtiyên din dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtiyên di 16'ê Cotmehê de dest bi çalakiyê kirin wiha ne: Reşît Îskân, Kemal Onur, Mazlum Dîlek, Ferda Îlda, Edîp Uludag û Şadiye Manag.