BI DÎMEN

Li Mexmûrê gerîlayan agirê Newrozê pêxistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser girên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) agirê Newrozê dadan.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li ser girên wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) agirê Newrozê dadan. Û li dora agir dirûşme qîriyan, govend gerandin.

Mîna li gelemperiya Kurdistanê li Mexmûrê jî pîrozbahiyên Newrozê bi coşeke mezin destpê kirin. Gerîlayên HPG û YJA Starê dan xuyakirin, ku Newroza îsal wê bibe Newroza azadiay Kurdistanê.

Gerîlayan nîvê şevê agirê Newrozê dadan û li dora agir govend gerandin. Her wiha bi tîpên mezin nivîsa "Bijî Serok Apo" nivîsandin.

...