HPG: Li Metîna 3 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’e ragihand ku li qada Şêlazê ya herêma Metîna 3 dagirker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG’ê ragihand ku li qada Şêlazê ya herêma Metîna, hêzên wan bi çekên ferdî li hemberî dagirkeran çalakî li dar xistine. HPG’ê diyar kir ku di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

HPG’ê anî ziman ku li herêma Şêlazê û Golka ya Metîna tevgera helîkopteran berdewam e.