Hate îdîakirin ku, li navçeya Nisêbîna Mêrdînê midûrek yê dibistanê û erkdarek yê dibistanê ji aliyê gêrîlayên HPG’ê ve hatine binçavkirin.
Li gorî nûçeyên di weşanên çapemeniya Tirk de derketîn, li bajarokê Girmelî yê ser bi Nisêbînê ve Alîkarê Midûrê Amadeyiya Pir Bernameyî Mehmet Alî Înan û erkdarê dibistanê Sabahattîn Dogan hatin binçavkirin. Gêrîla piştî demekê ji cihê bûyerê bi wesayîtekê dûrketin.