Di êrîşa li ser Qereqola Cendirmeya ya li Gundê Unsali ya navçeya Mehserta Mêrdînê de, fermandarê qereqolê Astsubay hate kuşti.
Li gorî agahiyên hatine girtin, îro di demjimêrên sibehê de gêrîlayên HPG’ê êrîşî Qereola Cendirmeya ya li Gundê Unsali ya 24 km dûrî Mehsertê kir.
Li gorî agahiyên destpêkê di pevçûna rû dayî de fermandarê qereqolê Astsubay mir û Çawişekî Pispor jî birîndar bû.
Piştî êrîşê ji Mêrdîn û navçeya Meshertê yekîneyên teqwiye şandin, hate hînbûn ku operasyon hêjan didome.