Li Mêrdînê 11 kes hatin binçavkirin

Li Mêrdînê 11 kes hatin binçavkirin

Li navçeyên Midyad û Şemrexê yên Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girt û di serdegirtina malan de piraniya wan ciwan 11 kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê polîsan bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 10 ciwan binçav kirin. Sedema binçavkirina ciwanan nehat zanîn. 10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Midyadê.

Her wiha, li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê 2 roj berê bi sedan kesên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyên PKK'yî û PAJK'î xwestin meşê pêk bînin û rastî êrîşa polîsan, 2 kesên bi navê Kadrî Akkuş û Hamdullah Ozkan hatibûn binçavkirin. Endamê Meclîsa Giştî ya Bajar Emanet Eneş bi giranî ji serê xwe birîndar bûbû. Piştî 2 kesan îfade da dozger û dadger Akkuş serbest hate berdan û Ozkan hate girtin û şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.