Li Melboûrne 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin
Li bajarê Awûstralya Melboûrne, bi wesîleya 31. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Vîctorya (NAV-KURD), şevek hat lidarxistin.

Şev bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan, ji bo bîranîna kadroyên pêşeng ên 15'ê Tebaxê û hemû cangoriyên şoreşê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di şevê de ji Komîsyona Perwerdeyê ya NAV-KURD'ê Hayrî Oztel, li ser navê Komeleya Welatparêzên Rojhilatî Alî Rahmanî, li ser navê ciwanan Roza Balî axivîn. Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî bi rêya telefonê beşdar bû û ji girseyê re axivî.
Di axaftinan de 15'ê Tebaxê Cejna Vejînê hat pîrozkirin. Di şevê de her wiha komeke govendê ya NAV-KURD'ê derket ser dikê û berhemên xwe nîşan da.
Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî da xuyakirin ku di sala 31. a 15'ê Tebaxê de nirx û encamên hatine bidestxistin, gelekî mezin e. Aydar ragihand ku 15'ê Tebaxê nirxekî ji aliyê lehengan ve hatiye afirandine û got, "Vay pêşketina çar salên dawî ya li Rojava li pêş çavan e. Eger rêxistinbûyeke kantonan li wir heye, ev berhemeke Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Asta ku Kurdan îro xwe gihandinê, em nikarin bi salên destpêkê yên têkoşînê re muqayese bikin. Asta ku Kurd îro gihaştine, ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê qebûlkirin. Kobanê weke destaneke lehengiyê cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt."
Aydar anî ziman ku li Rojava qadeke berfireh ji dijmin hatiye paqijkirin û diyar kir ku Tirkiye naxwaze hemû kanton bigihêjin hev û her çend baregeha Încîrlîkê vekiribe jî di bin de destekê dide DAIŞ'ê.