Li Lîceyê herî kêm 6 leşker birîndar bûn

Li Lîceyê herî kêm 6 leşker birîndar bûn

Hate ragihandin ku, di teqîna dema derbazbûna wesayîta leşkerî ya di navbera navçeyên Lîce û Hênê yên Amedê de teqînê rû da û herî kêm 6 leşker birîndar bûn.

Di navbera navçeyên Lîce û Hênê yên Amedê di dema derbazbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da. Hate ragihandin ku, li gorî agahiyên destpêkê 6 leşker birîndar bûne, gelek ambûlans şandin cihê lê teqîn qewimiye. Piştî teqînê li herêmê operasyon hate destpê kirin.

Di navbera dîrokê 3 û 16’ê Mijdarê de gêrîlayên HPG’ê du caran li dijî Qereqola Cendirmeyan Duru êrîş pêkanî bû. Di êrîşa ku bi du kamerayan dîmen hatin girtin, gelek leşker hatin kuştin.