Gelê ku cenazeyê gêrîlayê HPG’ê Rohat yê ji Erxeniyê ku leşkeran li bejahiya Lîceyê hiştibû bû anîn û ber bi navenda navçeyê ve ketin rê.
24’ê Mijdarê li Lîceyê nêzî qereqola Duru di encama teqîna mayînê de 2 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê gêrîlayekê girtibûn, cenazeyê gêrîlayê binavê Rohat yê ji Erxeniyê jî li bejahiyê hiştibûn. Li ser vê yekê gundiyên gundê Peşikevir ketin bejahiyê û li cenazeyê gêrîla geriyan, duh di demjimêrên direng yên şevê de cenazeyê gêrîla Rohat dîtin.
Gundiyên ku rêya Lîce-Çewlikê li trafîkê girtin, li gel MEYA-DER, Rêxistina BDP’ê ya Bajar, Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê, Şaredara Lîcê Fikriye Aydin , endamên rêxistina BDP’ê ya Lîcê jî di nav de girseyê cenaze ji cihê lê girtin. Welatiyên ku bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne” qêriyan. Di rêzgirtinê de man û sonda “Çerxa Şoreşê” gotin.
Girseya ku cenazeyê gêrîla ji bejahiyê girtin ber bi navenda navçeyê ve meşiyan. Hate ragihandin ku, ji bo karûbarên otopsiyê dê cenaze bidin dozgeriyê.