Li Licê herêma şehîdgehê hat bomberdûmankirin
Hate ragihandin ku li Taxa Spênî ya Licê, herêma ku "Şehîdgeha Şehîd Harûn" jî li wir e tê bombebarankirin.

Piştî ku li 25 taxên navçeyên Lîce û Hênê ya Amedê duh qedexeya derketina derve hate îlankirin, li herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Hemû ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin û welatiyên li Taxa Spênî diyar dikin ku ji herêma ku "Şehîdgeha Şehîd Harun" li wir e, dengên bombebaran û teqînê bilind dibe.
Li herêmê operasyona leşkerî berdewam dike. Her wiha welatiyên ku diçin herêmê rastî kontrola nasnameyan têne.