Li Licê daristan hatin şewitandin

Li bejahiya Licê ya ku êrîşên hêzên dewletê li ser zêde ye, şewata daristanê destpê kir. Agir her diçe bi pêş ve diçe, destûra destwerdana gundiyan nayê dayîn.

Li bejahiya Licê ya Amedê bi beşdarbûyîna bi hezaran leşkerî li gel êrîşên hewayî û bejahiyê yên bi tank, top û obusan, şewata daristanan jî destpê kir. Di encama êrîşên tîmên taybet de li çiyayên di navbera Qurmik û Baravê de şewatê destpê kir. Qadake ku nêzî 3 sehayên gogê berfireh û mezin veguherîn xulav û ariyê û her diçe şewat gur û berbelav dibe. Hat diyarkirin ku şewat bi qasî 300 metreyî nêzî gundê Qurmikê bûye û destûra mudaxeleya gundiyan jî nayê dayîn. Gelên li herêmê banga lezgînî ya mudaxeleya şewatê kir. Her wiha li herêmê rawestîna tîmên taybet jî didome.

Li herêma ku ev qedereke êrîş lê rawestiyane, nîv saet berê li hemberî qada Şehîd Remzî êrîşên bi obusan pêk hatin. Hat ragihandin ku êrîş ji Tabûra Tabantepeyê pêk tên. Her wiha li herêmê bi awayekî zêde liv û tevgera heronan jî pêk tên.

Li gel van, hat zanîn ku di şerê li herêma Sîsê herî kêm 3 tîmên taybet birîndar bûne. Leşkerên birîndar bi helîkopteran şandin Nexweşxaneya Leşkerî ya Dewletê.