Li Kurdistanê dikan girtî ne
Li Wanê, çalakiyên protestokirina komploya 15'ê Sibatê ku berî sê rojan destpê kirin, dewam dikin. Ji ber komploya 15'ê Sibatê dikandarên Wanê îro dikanên xwe venekirin.
Li Wanê, çalakiyên protestokirina komploya 15'ê Sibatê ku berî sê rojan destpê kirin, dewam dikin. Ji ber komploya 15'ê Sibatê dikandarên Wanê îro dikanên xwe venekirin.
Li Kurdistanê bi armanca şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê derabeyên dikanan îro nehatin vekirin.
Li Wanê, çalakiyên protestokirina komploya 15'ê Sibatê ku berî sê rojan destpê kirin, dewam dikin. Ji ber komploya 15'ê Sibatê dikandarên Wanê îro dikanên xwe venekirin.
Li Taxa Xaçort a Wanê, ciwanan bi armanca şermezarkirina salvegera komploya navneteweyî, li ketin û derketina taxê bend danîn û bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" meşiyan. Polîsên ku dor li taxê girtin, bi bombeyên gazê, ava şid û fîşekên plastîk êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan jî bi keviran,b ombeya deng û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan. Di pevçûnên ku tevahiya şevê dewam kirin de, maşîneke polîsan hat rûxandin. Polîsan bi zehmetî maşînên xwe ji taxê derxistin. Li Wanê tevahiya şevê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.
Bi armanca protestokirina komploya 15'ê Sibatê dikandarên Wanê jî dikanên xwe îro venekirin. Polîsan bajar dorpêç kirine.
DÊRSIM
Li Dêrsimê bi armanca protestokirina komploya 15'ê Sibatê dikan nehatin vekirin, li gelemperiya bajêr mînîbus nexebitîn. Bi heman armancê wê îro ji ber avahiya DBP'ê ya Bajarê Dêrsimê saet di 13:00 de meşek bê lidarxistin.
MÊRDÎN
Li navçeya Mêrdîn Kerboranê jî dikan nehatin vekirin û komplo hatin şermezarkirin.