Li Kobanê pîrozbahiya Newrozê
Li Kobana warê berxwedanê, Newroz bi dirûşmeya "Ji Rojavaya azad ber bi sîstema federal a demokratîk ve' tê pîrozkirin.

Qada pîrozbahiyê bi wêneyên şehîdên berxwedana destanî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên TEV-DEM, YPG/YPJ û rengên kesk, sor û zer hat xemilandin.
Gelê Kobanê bi kincê xwe yê neteweyî herikî qada Newrozê û bi ruhê berxwedana Kobanê ya dîrokî re, berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Bakurê Kurdistanê silav dike.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên Rojava û xwendina sirûda Ey Reqîp, pîrozbahiyê destpê kir. Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat pêxistin.