Li Kobanê çalakiyên bi bandor ên YPG/YPJ'ê
Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê da xuyakirin, ku duh bi şev li başûrrojhilatê Kantona Kobanê di encama çalakiyeke YPG/YPJ'ê de herî kêm 13 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ya li ser encamên dawî yên pevçûnên li kantonê de ragihand ku berxwedana li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê, di roja 191. de di asta serketinê de dewam dike.
Navenda Çapemeniyê diyar kir ku hêzên YPG/YPJ'ê duh bi şev li hemberî çeteyên li nêzî gundê Qertel ê li başûrrojhilatê Kobanê çalakiyek pêk anîne.
Hat ragihandin ku di pevçûna li vê qadê de maşîneke çeteyan, tevî çeteyên tê de hatiye rûxandin.
Li gorî daxuyaniya Navendê, di pevçûnên li vê derê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.