Li Kobanê 4 gundên din hatin azadkirin
Di operasyona "Tolhildana Şehîdên Girikê" ya hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat a li başûrê Kobanê de, di nava 24 saetên dawî de 4 gund hatin azadkirin.
Di operasyona "Tolhildana Şehîdên Girikê" ya hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat a li başûrê Kobanê de, di nava 24 saetên dawî de 4 gund hatin azadkirin.
Di operasyona "Tolhildana Şehîdên Girikê" ya hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El Firat a li başûrê Kobanê de, di nava 24 saetên dawî de 4 gund hatin azadkirin.
Piştî operasyona Ş. Agirî û Ş. Herdem bi dawî bû, hêzên YPG/YPJ’ê û Bûrkan El-Firat li başûrê herêma Kobanê dest bi operasyoneke berfireh a bi navê "Tolhildana Şehîdên Girikê, Ş. Êvar, Ş. Egîd, Ş. Şiyar, Ş. Demhat û Ş. Devrim" ku di 22’ê Sibata bihurî de jiyana xwe ji dest dabûn, kirin.
Operasyon 50 km li başûrê navenda Kobanê, saet di 08.00’an de li xeta girê Sêdar heta Navenda Şehîd Emîn a li gundê Şehîd Qert li qadek 15 kîlometreyan destpê kir. Di vê operasyonê de şervanên YPG/YPJ û Bûrkan El-Firat gelek çalakî li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêk anîn û di encama 24 saetên dawî de 4 gund û gelek girên stratejîk ji çeteyan paqij kirine. Gundên hatin rizgarkirin ev in: “Bîr Mihelî, Eyûş, Boz û Irnê”. Her wiha girên Ş. Hecî ku gelekî stratîjîk e hatin rizgarkirin.
WESAYÎTA BOMBEBARKIRÎ HAT TEQANDIN
Piştî ku gundên Bîr Mihelî, Eyûş û Boz hatin rizgarkirin, şervanan çalakiyeke bi bandor li gundê Irnê yê nêzîkî gundê Davî lidar xistin. Di encama pevçûnên dijwar de çeteyan derbeyên giran xwarin. Çeteyên ku nikaribûn xwe li hemberî berxwedana şervanan ragirin, şêwazên xwe yên kevin bikar anîn û bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî gundê Irnê kirin. Lê wesayîta çeteyan beriya ku bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hate teqandin û di encamê de tenê hin ziyanên madî bi xaniyên welatiyan de çêbûn. Piştre jî şervanan dest bi paqijkirina mayînan kirin û tevahî gund ji çete û mayînên wan paqij kirin.
Operasyona li herêmê bi hemû hêza xwe berdewam e û niha jî li gelek deveran şer û pevçûn di navbera şervanan û çeteyan de hene.
LI TIL TEMIRÊ 2 ÇETE HATIN KUŞTIN
Di vê navberê de, duh bi şev hêzên YPG û YPJ'ê li gundên li başûrrojavayê Til Temir li dijî çeteyan çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiyê de çeteyek hate kuştin.
Di xeta di navbera gundên Til Mixas û Til Misasê de jî hêzên YPG û YPJ'ê li dijî çeteyan çalakiyek pêkanîn û li vir jî çeteyek hate kuştin.
Li gundên Xêbiş û Til Nesrî jî di navbera hêzên YPG/YPJ'ê û çeteyên DAIŞ´ê de pevçûnên giran rû dan. Pevçûnan bi şev destpê kirin û heta serê sibehê dewam kirin. Der barê encama van pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin.
Li herêmê pevçûnên demdemî didomin.