Li Kobanê 149 gund hatin azadkirin

Hêzên YPG/YPJ’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de, ku ev 19 roj in bênavber didome, heya niha 149 gund bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê azad kirin.

Hêzên YPG/YPJ’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê de, ku ev 19 roj in bê navber didome, heya niha 149 gund bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê azad kirin.

Pêngava yekemîn a operasyona paqijkirina Herêma Kobanê ya ku di 18’ê kanûna 2014’an de li ser navê Tolhildana ji şehîd Kobanê re ji aliyê hêzên YPG’ê ve hatibû destpêkirin, di 26’ê Çileya 2015’an de bi rizgarkirina bajarê Kobanê bi temamî bi dawî bû. Li du wê yekser YPG’ê di 27’ê Çileyê de li bejahiya herêmê dest bi pêngava duyemîn a operesyonê kir.  Di Pêngav ku ev 19 roj in bi lez û bez didome, heya niha 149 gund ji her sê aliyên herêmê ve bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatin paqijkirin.

Li aliyê rojavayê herêmê 44 gund ku heya mesafeya nêzî 30 Km dûrî navenda kantonê rêz dibin, bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Gundên rizgar bûn ev in: “Korê, Bîre Remê, Xanê, Qênter, Qiran, Kûlan, Qereqo, Sêlim, Xurxurê, Kor Elî, Dîgmetaş, Aşmê, Êlem, Bubanê ya ku ji 2 gundan pêk te, Sûsan, Doliya Mezin, Doliya Sofiyan û Doliya Gamirê, Şikeft, Dolê, Siftek a ku ji 3 gundan pêk te, Çolbeg, Çixur, Zorava, Mezra Ebruş, Minaz û giredayê Minazê 3 gund û Numana Şêxa, girên Izea û Şehîd Êrîş, Elbodlan, Nihmanek, Gabelek, Pêndira Mezin, Pendira Biçuk, Pendira Eniz, Zekeriya, Bestik, Nayif û Derbenob.”

Li aliyê rojhilatê herêmê jî 61 gund ku heya mesafeya 25 Km di rojhilatê bajar rêz dibin hatine rizgarkirin. Gundên rizgar bûne ev in: “Helinc, Minîsê Kor, Mîlê, Bîr Omerê, Xanik, Solan, Lêhênê, Koran, Ûçkardeş, Xerbîsan a ku ji 2 gundan pêk te, Qeremox, Qeremezire, Xirab Kort, Walaqî, Boztepe, Ên Bet, Xerîb, Cum Elî, Kortik, Girbenav, Îto, Til Sofî, Tilik, Hewlaqî, Qişlê, Mixarac, Til Xezal, Mezra Sofî, Bîrereş, Pino, Taşloga rojava û rojhilat, Qebecûk, Qeramûs, Miktela Kevin, Dîyaba, Gundê Osê, Kîkan, Mercsmêlê, Elîşar, Mezra Dawid, Cêlik, Şêran, Daulê, Têrî, Til Hecib, Qaramezrê, Şêx Çoban, korpîngar, Şeran, Kazikan, Kûsik, Kopeksantêm, Begîxerbal, Kulîlkan, Dibîrka Kêtikan û Dibîrka Şêxan, Cêşan, Tehtika Helebiliyan û Çapan.”

Li aliyê başûr jî 44 gund ku heya mesafeya 25 Km di başûrê herêmê de rêz dibin hatin rizgarkirin. Gundên rizgar bûne ev in: “Termik, Gul Mit, Feyaz, Zinarê Kol, Xerab Xel, Qilomerg, Îtwêran, Qela Zîrik, Qomçî, Şêx Botan, Cimo, Ziravê, Kaşê Berkelê, Donxiz a Biçuk û Mezin, Yaramez, Boxaz, Girdê ya ku ji 3 gundên cûda pêk te, Rûvî, Tevşo, Xizên, Sittî, Bêşaltî, Mewcik û Bîrerep, Êdiq, Tuxtê, Remo, Mezra Dewlê, Mixarac, Mezra Besrawê, Încirlîk, Bilik, Qoçliyan jêrîn, Qoçlê, Şêx Sehin, Xelîlcîk, Cilik, Qecer, Seyda, Zinarê, Pîrek”