Li Kîelê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd vebû
Li bajarê Elmanya Kîelê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd vebû. Di merasîma vekirinê de bi sedan kes amade bûn.
Li bajarê Elmanya Kîelê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd vebû. Di merasîma vekirinê de bi sedan kes amade bûn.
Li bajarê Elmanya Kîelê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd vebû. Di merasîma vekirinê de bi sedan kes amade bûn. Merasîm, di şexsê endamê Konseya Fermandaran a HPG'ê Îsmaîl Aydemîr (Baran Dêrsim) ê çend roj berê li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Di merasîma vekirinê de li ser girîngî û wateya Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd ji bo Kurdên li Ewropayê axaftin hatin kirin. Qisekeran bal kişandin ser girîngiya rêxistinbûyîna çandî, civakî û siyasî ya li Ewropayê. Bang li Kurdên li Kîel û derdora wê dijîn hat kirin ku ji niha û pê ve bêhtir der barê hestyar bin.
Rayedarên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd her wiha bibîr xistin ku ji bo hilbijartinên 1'ê Mijdarê dengdayîna li Ewropayê ji 8'ê Cotmehê û pê ve destpê dike û bang li her kesî kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bînin.