Li Kerkûkê li hemberî kurdan êrîşên bombeyî: 4 mirî

Li Kerkûkê li hemberî kurdan êrîşên bombeyî: 4 mirî

Di vê pêvajoya ku aloziya di navbera Bexda û Hewlêrê de zêde dibe, li hemberî hêzên ewlehiya Kurd û kuluba ciwanên PDK’ê ya Kerkêkê êrîş pêk hatin û 4 kes mirin.

Di êrîşa îro ya li nêzî Kuluba ciwanên PDK’ê de 2 kes mirin 7 kes birîndar bûn. 10 deqe piştî vê teqînê vê carê wesayîteke bombe barkirî li bakûrê bajar ya herêma Kurd hêzên ewlehiyê hedef hatin girtin. Kurdekî jiyana xwe ji dest û 4 jî birîndar bûn.

Bombeya sêyemîn li bakûrê bajar teqiya. Li vir jî kurdekî hêzê ewlehiyê mir û 5 kes birîndar bûn. 50 km li rojhilatê Kerkûkê li cihê ereban bombeyên hatibûn bi cih kirin teqiya yek jê polîs du kes mirin û yek birîndar bû. her wiha îro li herêma Duzxurmatê di encama teqina bombeyê de 2 hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Ev êrîş di pêvajoya ku aloziya navbera Kurdistan û Bexdayê de zêde bûye pêk hat. Berpirsên ewlehiyê yên her dua liyan ji bo tansiyonê daxînin dikirin hevdîtinan bikin. ji 21’ê mijdarê heta niha Serokê Parlamentoya Iraqê Usama El Nuceyfî bi rayedarên hikûmeta Kurd û Şîî re hevdîtinan dike. Serokê parlamentoyê bi dehan carî hişyarî kiribû.

Avakirina Hêza Operasyona Dîcleyê a rêveberiya Bexdayê ku li Kerkûkê pêk anî, pirsgirêkên bi kurdan re zêdetir kir. Di warê bikaranîna petrolê de ji xwe pirsgirêk hebûn. Hikûmeta Iraqê naxwaze bê erêkirin wan herêma Kurdistanê bi şîrketên petrolê re peymanê bike.