Li Kerboranê ji bo meşa li dijî Bendava Ilisûyê banga tevlîbûnê

Li Kerboranê, li rêxistinên civakî yên sivîl ên li dijî HES'an û rêxistinên DBP-HDP'ê di 13'ê Nîsanê de li dijî Bendava Ilisû (Germavê) dimeşin.

Li Kerboranê, li rêxistinên civakî yên sivîl ên li dijî HES'an û rêxistinên DBP-HDP'ê di 13'ê Nîsanê de li dijî Bendava Ilisû (Germavê) dimeşin. Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê got, "Em li bendê ne ku gelê me destekê bide vê çalakiyê, xwedî li xweza, dîrok û ava xwe derkeve."

Li navçeya Mêrdîn Kerboranê, di çarçoveya pêngava 'Xwedî Derkeve' de rêxistinên civakî yên sivîl ên li dijî HES'an û rêxistinên DBP-HDP'ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar re li hemberî bendava Ilisû banga yekîtiyê kirin û ji hemû welatiyên dostên ekolojiyê xwestin di 13'ê Nîsanê de dakevin qadan. 

Ji bajar û navçeyên Êlih, Heskîf, Şirnex û Mêrdînê wê beşdariyeke xurt li çalakiya 13'ê Nîsanê bê kirin.

'EM XWEDÎ LI XWEZA, DÎROK Û AVA XWE DERKEVIN'

Hevserokê DBP'ê yê Navçeya Kerboranê Abdûrrahman Arslan di civîna çapemeniyê de daxuyanî da û diyar kir ku bi pêngava 'Xwedî Derkeve' re di pêşengiya ciwanên Kurd de çalakiya vedana konê li dijî bendavê destpê dike.

Arslan got, "Ji temambûna Bendava Ilisû ya di sala 2007'an de destpê kir re demeke kurt ma. Em weke gelê Kerboranê, weke welatiyên Kurdistanê bendavê naxwazin. Em naxwazin pêşî li ava me bê birîn, em ê li hemberî vê derkevin. Bi beşdariya ji bajar û navçeyên Êlih, Heskîf, Mêrdîn û Şirnexê re em di 13'ê Nîsanê de çalakiya xwe ya vedana kon didin destpêkirin. Em ji 13'ê Nîsanê re amade ne û li bendê ne ku gelê me yê dostê ekolojiyê destekê bide çalakiya me. Em bang dikin ku her kes bi hev re xwedî li xweza, dîrok û ava xwe derkevin."

Arslan diyar kir ku meş wê di 13'ê Nîsanê saet di 13:00 de li ber avahiya DBP'ê ya Navçeya Kerboranê destpê bike.