Li Kerboranê goreke din a komî hat dîtin

Li gundê Dîlan ê navçeya Mêrdîn Kerboranê, li şikefta Pekûrte gelek hestiyên mirovan hatin dîtin. Tê texmînkirin ku ev hestî yên mirovên di salên 90'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin û qetilkirin.

Li gundê Dîlan ê navçeya Mêrdîn Kerboranê, li şikefta Pekûrte gelek hestiyên mirovan hatin dîtin. Tê texmînkirin ku ev hestî yên mirovên di salên 90'î de ji aliyê JÎTEM'ê ve hatin revandin û qetilkirin.

Li Kurdistanê, bi sedan kes di salên 90'î de ji aliyê JÎTEM a dewletê ve hatin revandin û piştî hatin qetilkirin bi awayekî komî hatin binaxkirin. Piraniya van mirovan avêtin bîrên asîtê yan jî şikfetan. Hestiyên mirovan ên li şikefta Pekûrte ya navçeya Mêrdîn Kerboranê hatin dîtin jî tê texmînkirin ku yên mirovên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine revandin e.

Li navçeya Kerboranê, kesekî ji gundên derdora Çemê Dîcleyê yê nexwest navê xwe aşkera bike xwe gihand ANF'ê û diyar kir ku li nêzî gundê Dîlanê di şikefta Pekûrte de gelek hestiyên mirovan hene.

EM LI GOREKE KOMÎ RAST TÊN

Şikefta Pekûrte ku bi meşê 3 saetan dûrî gundê Dîlanê ye, nuqteya sînorê Şirnex û Mêrdînê ye. Şikeft bi qasî du sed metre kûr e. Em bi rêya werîsekî xwe berdidin nava şikeftê. Piştî ku bi qasî çil metreyî em xwe berdidin nava şikfetê, hestiyên mirovan, pantolon, qazax û gomlekê mêran xuya dikin.

Dema em qatekî din jî dadikevin jêrê, heman rewş derdikeve pêşiya me; hestiyên mirovan, hestiyê çenga mirovan, du pêlavên lastîkî yên ji nûmarayên cuda.

Ji mezinahî û nûmaraya wan tê fêmkirin ku pêlavek û qazax ên zarokekî ye. Hestiyên mirovan heta kûrahiya şikeftê tên dîtin. Lê belê em nikarin xwe berdin ewqasî cihekî kûr.

Pêkane ku di vê şikeftê de hîn bêhtir hestiyên mirovan bên dîtin. Her wiha li cem hestiyan gelek palasqe tên dîtin. Li gel me Abdûrrahman Aslan tê ku beriya niha xwe gihandibû hestiyên birayê xwe yê ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibû qetilkirin. Aslan dibêje ev palasqe ji bo girêdana mirovên hatine qetilkirin, dibe ku hatibe bikaranîn. Her wiha di şikeftê de qutiyeke helawê jî heye ku li ser dinivîsîne di sala 1995'an de hatiye çêkirin. Aslan diyar dike ku ev helaw ji aliyê leşkeran ve hatiye xwarin.

'HESTÎ DIBE KU YÊN 2 JI 7 KESÊN HATINE REVANDIN BIN'

Aslan da xuyakirin ku li herêma şikeft lê ye, endamên JÎTEM'ê û cerdevan li gundên derdorê hebûn. Anî ziman ku kinc û pêlavên li ber devê şikeftê em lê rast hatin, dibe ku yên xwendekarên lîseyê Davût Altinkaynak ê 13 salî û Nedîm Akyon ê 16 salî bin, ku di sala 1995'an de li Kerboranê jia liyê JÎTEM'ê ve tevî 5 kesan hatibûn revandin û qetilkirin.

ÇI QEWIMÎ BÛ?

Li Kerboranê, di 30'ê Cotmeha 1995'an de, bi hinceta ku alîkarî dane PKK'ê, Suleyman Dogan, Abdûrrahman Olcay, Mehmet Emîn Aslan, Abdûrrahman Coşkûn, Seyhan Dogan, Davût Altinkaynak û Nedîm Akyon ji aliyê JÎTEM'ê ve hatibûn revandin û qetilkirin. Piştî bi salan hestiyên pênc ji wan hatin dîtin, lê yên Davût Altinkaynak û Nedîm Akyon nehatin dîtin.

'DIVÊ DOZGERÎ BIKEVE NAVA TEVGERÊ'

Abdûrahman Aslan bang li Dozgeriya Mêrdînê kir ku bi berpirsyariya xwe rabe û got, "Pêkane ku ev hestî yên du kesên ji 7 kesên di wê demê de hatin qetilkirin be. Qet nebe bila malbatên van mirovan ji zarokên xwe re gorekê çêbikin."

Aslan ji bilî van kesan bang li malbatên mirovên wan hatin windakirin kir, ku serî li dozgeriyê bidin.