Li Îdirê 15 kes hatin binçavkirin

Li Îdirê 15 kes hatin binçavkirin

Li Îdirê di çarçoveya operasyona 'KCK'ê de polîsan di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de di nav de rêveberên BDP'ê jî heyî 15 kes binçavkirin.

Yekîneyên Midûriyeta Polîsan ya Îdirê serê sibê li Îdirê di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Cîgirê Şaredarê Îdirê Elîf Daggul, endamê meclîsa Şaredariyê Cengiz Savaş, Gozel Onder, Ahmet Adiyaman, Ayşegul Yaşar, Rêveberê BDP'ê Kadîr Ozsular, rêveberê BDP'ê Ferzende Abay, endamê KCD'ê Hasan Safa, endamê BDP'ê Cahît Aydin, Sadik Onder, Endamê meclîsa Halfelîyê Ahmet Semtaş xebatkarê BDP'ê Hamza û 3 kesên ku navê wan nehat zanîn hatin binçavkirin.

15 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îdirê.