Li Hezroyê leşkerên Tirk ên bi ser gund de girtin 12 mal vala kirin
Leşkerên ku li Amedê bi ser gundê Helhele de girtin, 12 malên li gund vala kirin, bi mirinê ger li gundiyan xwarin.
Leşkerên ku li Amedê bi ser gundê Helhele de girtin, 12 malên li gund vala kirin, bi mirinê ger li gundiyan xwarin.
Leşkerên Tirk danê êvarî saet 20.00’an bi ser gundê Helhele de girtin. Ji gundê Helhele Bîrsen Ûgûrlayan (50) ji DÎHA’yê re axivî, ragihand ku leşkerên bi zorê 12 mal dane valakirin.
Ûgûrlayan destnîşan kir ku leşkeran gefa mirinê li wan xwarine û gotine eger ji malê dernekevin jî wê malên wan bişewitînin, ragihand ku dest ji malên xwe berdane, li milê din ê gund derbasî gel xizmên xwe bûne û da xuyakirin ku ewlehiya canê wan nîne. Ûgûrlayan, eşkere kir ku dema leşkeran êrîşa wan kirine, xizmên wan îtîraz kirine û li ser vê jî leşkeran berê çekên xwe dane wan. Ûgûrlayan anî ziman ku bi zorê ji malên xwe hatine derxistin û leşkeran ew wiha tehdîd kirine: “Em ê sibehê malên we hilweşînin.”
Ûgûrlayan îfade kir ku leşkeran li gundê wan kon danîne û li gund dorpêç didome.