Li Hezexe qeza: 3 mirî, 3 birîndar

Li ser rêya Hezex û Midyadê di encama qezaya trafîkê de du jê zarok 3 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya navçeya Hezex a Şirnex û Midyad a Mêrdînê qezaya trafîkê  pêk hat.  Wesayîta ku ji aliyê Mustafa Bulduk ve dihat ajotin ji Hezexê ber bi Mîdyatê ve diçû, kontrola xwe winda kir, ji rê derket û li nêzî gundê Sarê ya Hezexê qulipî. Di wesayîta ku şemitî erdê vala, zarokên çêwî Asmîn û Asya Bulduk û jina bi navê Celîle Olgar jiyana xwe ji dest dan. Sê kesên birîndar bûn jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.