Li Hezexê mêrekî 4 jin qetil kir

Li navçeya Hezex a Şirnexê, kesê bi navê Hasan Karaaslan hevjîn û 3 keçên xwe qetil kir.

Li gorî agahiyan, Hasan Karaaslan li taxa Yenî Mahalleyê şeva 23'ê Tebaxê Leyla Karaaslan a pê re zewicî bû û zarokên xwe Derya (17), Melek (16) û Şerîfe (13) qetil kir.

Kujer ji cihê bûyerê reviya. Cenaze jî ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Karaaslan ku demekê winda bû, piştre çû Emniyetê û teslîm bû.