Bi sedan kesên ku li navçeya Hezexê hatin cem hev 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Li navçeya Hezex ya Şirnexê şeva din bi sedan kesên hatin cem hev, 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê dîlan girêdan û pîroz kirin.
Girseya ku di demjimêrên şevê de li qadek vale ya taxa Tûrgût Ozal kombûn, bi stran û sondên komên muzîkê yên herêmî striyan dîlan hatin girêdan.
Girseya ku piraniya xwe ciwan û jin bûn bê navber sloganên “Bijî Serok Apo” û “PKK gele, gel li vire” qêriyan, pîrozbahiyê heya direngî şevê dom kir.