Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi armanca pîrozbahiya 34’mîn salvegera damezirandina PKK'ê şahiyek hate lidarxistin. Li navçeya Pirsusê ya Rihayê jî bi heman armancê pîrozbahî pêk hat.
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê 34'emîn salvegera damezirandina PKK'ê li Qada Newrozê ya taxa Atakentê bi tevlîbûna gelek kesan pîrozbahî pêk hat. Pîrozbahiya di demjimêr 18.00'an de destpê kir heta derengî şevê berdewam kir. Girseya bi stranên hunermendên herêmî govend girtin sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gele gel li vire" qêriyan. Di pîrozbahiyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên gêrîlayên PKK’ê di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan hatin vekirin.
Li navçeyê gelek nokteyên din jî fişekên hewayî hatin teqandin û pîrozbahî pêk hatin. Piştî pîrozbahiyan girse ber bi Kolana Adîle Naşît ve dest bi meşê kirin. Girseyê heta Parqa Aştiyê meş li dar xist û heta derengî şevê pîrozbahî pêk anîn.
LI PIRSUSÊ JÎ ŞAHÎ
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê jî bi heman armancê li tax û gundan di demjimêr 19.00'an de pîrozbahî pêk hat. Di pîrozbahiyan de fîşekên hewayî hatin teqandin. Pîrozbahiyê heta derengî şevê berdewam kir.