Li Hesekê Meclîsa Biratiya Gelan wê were xurtkirin

Meclîsa Biratiya Gelan biryar da ku xebatên xwe yên li Hesekê xurttir bike.

Piştî ku Hesekê ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat rizgarkirin, li bajêr xebatên ji nû ve avakirinê destpê kirin û ev xebat bi lez û bez dewam dikin.

Ji bo ji nû ve xurtkirina Meclîsa Biratiya Gelan a li bajêr xwedî roleke mezin e û nirxandina rewşa dawî ya siyasî, civînek hat lidarxistin.

RÊXISTINBÛYÎNEKE XURTTIR

Di civîna bi beşdariya endamên meclîsê de endama TEV-DEM'ê Şîrîn Welat axivî û got, "Hesekê ji provokasyonên mezin vegeriya. Şervanên YPG/YPJ'ê li ser daxwaza gel, bajar ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Ji ber vê yekê li bajêr pêvajoyeke nû destpê dike. Weke Meclîsa Biratiya Gelan haya me jê heye ku barê li ser milê me giran e. Ji ber vê yekê divê em saziya xwe hîn bêhtir bikin xwedî fonksiyon û rêxistinbûyîna xwe xurttir bikin."

Li Taxa Neşwa ya li başûrê Hesekê, li ser daxwaza gel TEV-DEM'ê Meclîsa Gel ava kiribû û jib o avakirina Meclîsa Gel TEV-DEM'ê bi rûspiyên eşîrên Ereb ên Begar, Cibûr û Mîamra yên il taxê re civîn lidar xistibû.

...