Li Hesekê agirê yekem ê Neworzê hat pêxistin

Li bajarê Hesekêyê Rojava agirê yekem ê Newrozê hat pêxistin.

Li bajarê Hesekêyê Rojava agirê yekem ê Newrozê hat pêxistin.

Pîrozbahiya Newrozê li çar parçeyên Kurdistanê berdewam dikin. Li bajarê Hesekêyê Rojava agirê yekem ê Newrozê hat pêxistin.

Bi wesîleya Newrozê gelek cihên giring ên bajar bi alên YPG,YPJ û Alên Rojava hatin xemilandin, li bûlwarên Mîsefreyê wêneyê Arîn Mîrkan hat daliqandin.

Ji saetên şevê ve li bûlwarê Îtfayeyê agirê hatî pêxisitin, eleqeyek mezin dît, endamê agirkujiyê yê ku agirê Newrozê pêxist Ahemed Mehdî wiha got: “Di serî de di saya şehîdan de federasyona Bakurê Sûriyeyê û Rojava li tevahî gelê Kurd pîroz dikim, şoreşa Bakurê Kurdistanê jî silav dikim.”

Mehdî têkildarî agirê yekem ê Newrozê yê li Bûlwarê Îtfayeyê pêxistî jî wiha anî ziman: “Di dema rejîma Baasê de dema ku agirê Newrozê di hat pêxistin, ji aliyê tîmên agirkujiyê yên girêdayî rejîam Baasê ve dihatin vemirandin. Niha jî em weke tîmên agirkujiyê vî agirî pêdixin. Ev jî gaveke biçûk ya şoreşa Rojava lê ya bi wateye.”

...